Knigi Igry Programmy Muzyka Soft Video Klipy Jurnaly
Sînemaya Kurdî Reviewed by Momizat on . Destpêka Sînemaya Kurdî Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê (Kurd-Êzdî) di salên 1920’î de (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kiş Destpêka Sînemaya Kurdî Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê (Kurd-Êzdî) di salên 1920’î de (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kiş Rating: 0
You Are Here: Home » Peşketin » Sînema û TV » Sînemaya Kurdî

Sînemaya Kurdî

Sînemaya Kurdî

Destpêka Sînemaya Kurdî
Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê (Kurd-Êzdî) di salên 1920’î de (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kişandin û filmên ku bi derhêneriya Emil Ludwing di salên 1930’î disa li Ermenîstanê kişandibû navê filman “Selahaddin”, “Mem û Zîn”, “Xanî Dimdim” û “Siyabendê Selîwan” destanên Kurdî re hatiye avêtin.

Pêşketina Sînemaya Kurdî
Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber astengiyên aborî û siyasî Kurd di qada sînemayê de gelek paş de man. Di vê navbera dirêj de di qada sînemayê de hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di sala 1992’an de bi filma Nizamettin Ariç bi navê “Kilamek Ji Bo Beko” Sînemaya Kurdî çavên xwe li Dinyayê vekir.

Bi filmên ku piştre hatin kişandin jî sînemaya Kurdî dest bi çaplûkî çûnê kir. Di salên dawî de bi rastî ji pêşketinên erênî pêkhatine. Bi taybetî azadiya li Başurê Kurdistanê û mercên ku hatin guherandin, pêşketina Medyaya Kurdî, li dar xistina Festivalên Filmên Kurdî, derketina derhênerên Kurd ku xwedî perspektîf, serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de bidestxistin, bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku bo sinemaya Kurdî pêşerojeke ronak pêşkeş dike û xalên din bo rabûna ser pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin.

Li Kurdistana Rojhilat û Bakur hejmara filmên ku tê weşandin roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybetî li Kurdistana Rojhilat her sal bi dehan filmên metraja kurt tên kişandin. Pêşketina sinemaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de bandora perspektîfa sinemayê ku di sinemaya Îranê de pêk hatiye heye. Li başurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi piştgiriya ku Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kişandin jî zêdetir kir. Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek Bahman Qubadî û Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.

Fîlmên kurdî
Bi sedan filmên metraja dirêj û metraja kin (hejmara filmên metraja kin hin zêdetir e) dikarin mînak bên dayîn.

Filmên metraja dirêj
Filmên metraja dirêj ên ku di salên dawîn de hatine kişandin – li Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Bakur û Ewropa – wiha ne:

  • •    Rê(Yol) -Yilmaz Güney
  • •    Mem û Zîn (1991) Umit Elçi
  • •    Siyabend û Xecê (1993) Şahin Gök
  • •    Rewîtiya Bê Deng (1994) İbrahim Selman
  • •    Rêwîtiya Ber Bi Rojê (Güneşe Yolculuk) (1997) Yeşim Ustaoğlu
  • •    Bijî Bûk û Rizgariya Kurdistanê (1997) Hiner Saleem
  • •    Zarokê Nedipêyvî (1996)
  • •    Em Her Tim Koçberin (1998)Kazim Öz,
  • •    Ba Dê Li Ser Me Bigirî (1999) Abbas Kiarostami
  • •    Textê Reş (Kurdistana Rojhilat) (2000) Samira Maxalbaf
  • •    Dengê Erdî, (Kurdistana Rojhilat) (2001) Behmen Qubadî
  • •    Dêma Hêspan Serxwêş (Kurdistana Rojhilat) (2001) Behmen Qubadî
  • •    Jiyan (2001) (Kurdistana Başûr) Jano Rojbeyani,
  • •    Fotograf (2001) (Kurdistana Bakûr) Kazim Oz
  • •    Awaza Dayika Niştiman (2002) (Kurdistana Başûr) Behmen Qubadî
  • •    Qewdek Giya (2003) (Kurdistana Başûr) Roland Suso Richter
  • •    Kusî Jî Dikarin Bifirin (Kurdistana Başûr) (2005) Behmen Qubadî

Kurtefilmên Kurdî

  • •    Henaseyek Bo To (Kurdistana Başûr) (2004) Mele Resûlî
  • •    Ronakî Bo Ême (Kurdistana Başûr)
  • •    Rojname (Kurdistana Başûr)
  • •    Satalayt (Kurdistana Rojhilat)
  • •    Telefon Hüseyin Ahmed Mihamed (Kurdistana Başûr-Kerkûk)
  • •    Ziran (Kurdistana Bakûr) (1999)
  • •    Ax (Kurdistana Bakûr) (1999)
  • •    Leşkerên Şikestî Batin Qubadî (Kurdistana Rojhilat)
  • •    Ceng (Kurdistana Rojhilat)
  • •    Xwarina Çiyayê Sor

Gûftigoya Sînemaya Kurdî
Gelek caran niqaşeke bêwate he ku li ser “Sinemaya Kurdî heye an na” tê kirin. Ger ewqas film hatine kişandin, ewqas derhêner xwe wekî derhênerê Kurd û filmên xwe jî wek filmên Kurdî bi nav dikin û gelek serkeftinên mezin jî bidest dixin bêwateyiya niqaşa “Sinemaya Kurdî heye an nîne” derdixe holê. Filmekî ku zimanê tê de tê bikaranîn Kurdî be an derhênerê vê Kurd betê wê wate ku ev film filmekî Kurdî ye.

About The Author

hayata siyah beyaz bakıyor...

Number of Entries : 6

Leave a Comment

© 2011 Powered By Ridwan Xelîl, Zaningeh Media

Scroll to top